PeyamaKurd - Wezîrê berê yê hikûmeta herêma Kurdistanê Dr. Hemîd Akreyî li paytexta Austria Viyanayê ji ber nexweşiyê koça dawiyê kir.
Dr. Hemîd Akreyî, sala 1946ê ji dayîk bûye û 74 saliya xwe de ji ber nexweşiyê li Viyana koça dawiyê kir. Hat ragihandin ku wê cenazeyê wî li Akrê bê veşartin.
Dr. Hemîd sala 1996an wezîrê veguhestin û gihandinê yê hikûmeta herêma Kurdistanê bû û sala 1998an jî wezîrê çandinê yê hikûmeta herêma Kurdistanê bû.
Akreyî li Akrê û Kurdistanê xwedî roleke mezin û berçav bû, bi taybet ji aliyê rewşenbîrî, wêjeyî û civakî ve.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin