PeyamaKurd – Serokê dewleta Tirkmenistanê Gurbanguli Berdimuhamedov û serokê dewleta Çînê Şi Cinping, projeya xeta 4 em ya xazê ya di navbera her dû welatan de tesdîq kirin. Li gor ragihandina ajansa fermî ya Tirkmenistanê Altın Asır ê; Berdimuhamedov û Şi, li payîtexta Çînê Pekînê hevdîtin kirine.
Berdimuhamedov ragihand ku têkiliyên aborî yên di navbera Çîn û Tirkimenistanê gelek pêşketîne û xeta xazê îlawe ku wê here Çînê, wê hecma wê zêde bikin û ji bo her hevdîtinên weha amade ne. Her dû teref projê tesdîq kirin.
Şîrketa petrolê ya Çînê ya bi navê (CNPC) ê wê di sala 2022 an de sondaja 3 bîra biqedîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin