Li sêweregê 2 jin di ava bendavê de fetisîn

Li sêweregê 2 jin di ava bendavê de fetisîn

PeyamaKurd- Li bajarê Rihayê li navçeya Sêweregê 2 jin bo xwe hînik bikin ketin ava baraj a Atatürkê. Her dû jinên bi navê Nuray Karabulut (23) û Gülay Yaman(16) piştî ketin avê, di avê de pirpitîn. Hevalên wan gihan hawara wan û wan ji avê derxistin û xeberê dan tîmên tenduristiyê yên 112an.

Tîmên tenduristiyê hatin ciyê bûyerê ku ji Sêweregê 50 km dûr e û mudaxeleya yekem li ciyê bûyerê kirin. Di dema bi ambûlansan wan dibirin nexweşxanê di rê de her du jin jiyana xwe ji dest dan.

Cenazeyên her du jinan xistin morg a nexweşxaneya dewletê ya Sêweregê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin