PeyamaKurd – Li bajarê Mûsilê li herêma Muhallebiye 3 zarokên pismamên hev ji bo xwe hînik bikin ketin avê. Temên wan di navbera 10-12 salan de ne û kurmamên hevin.
Li gundê Tewînê nêzî Rûbarê Dîcle her sê pismamên ketin ava goletê tê de fetisîn. Endamê meclisa Mûsilê Ahmed Dubardani ji Rûdawê re ragihandiye ku rûdan îro piştî nîvro qewimiye. Zarok berya ji malê derên soz dane malbatên xwe ku dê neçin ciyê kûr yê avê.
Cesedên her sê zarokan bi alîkariya kesên li dorê ji avê derxistin û birin tiba edlî ya bajarê Mûsilê. Piştî li tiba edlî karê cenazan qedandin, wan teslîmê malbatên wan kirin.