PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê li bajarê Erbîlê li navça Xebatê, li dora wexta nîvro 2 pismam ji bo xwe hînik bikin ketina ava Rûbarê Zê ya Mezin û fetisîn. Tîmên bergiriya sîvîl ji bo cenazên ciwanan bibînin dest bi xebatê kirin.
Li gor ragihandina rêvebirê parastina sîvîl yê Erbîlê Şaxewan Saîd; her dû gênc li dora nîvro seet di 13,41an de ketine ber pêlên avê û bi pêlan re çûne. Saîd got:
“Piştî me agahdar kirin, tîmên me çûn deverê lê ji ber zêdebûn şida avê, heya niha me şopa gêncan nediye. Ji bo em xwe bigihînin cenazeyan, em xebatên xwe bi hezir dikin.”
Her du kesên ku di avê de fetisîne, ji Erbîlê ji taxa Serkarezê 2 pismam in. Yek ji wan Îsmaîl Raad Mehmûde ku bûyîna wî 2000 e. Yê din Eyub Tariq Mehmûd e ku di 2008an de hatiye dinyayê.