PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Fransayê Gerald Darmanin, piştî ku dest bi kar kir di yekemîn daxuyaniya medyayî de li dijî îslama siyasî derket û got: “Îslama siyasî dijminekî kujer ê Fransayê ye.”
Gerald Darmanin li parlamentoya got, “Li gor min Wezîrê Navxwe Wezîrê Karûbarê Olî ye jî” û diyar kir ku li Fransayê desthilata sekuler nayê wateya redkirina azadiya Xwedaperestiyê.
Darmanin da zanîn: “Bo min wiha derdikeve tu li beramber helwêstekî dijwarî ku henek bi te tê kirin, ez jî dapîra min herdem lava ji Xwedê dikirin, lê bi cilûbergên Fransî, bi baweriya min çendîn Cezayîrî û neteweyên din di demekê de bi dîndariya xwe ve mijûl bûn, behayên Fransayê diparastin.”
Wezîrê Navxwe yê Fransayê destnîşan kir, Îslama siyasî dijminekî kujer ê Fransayê ye û got, divê Fransa şerê hemû tevgerên tundrew bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin