Gallant: “Em ser naxwazin lê Hûzbûllah ser bixwaze em zanin em ê çi bikin!”

Gallant: “Em ser naxwazin lê Hûzbûllah ser bixwaze em zanin em ê çi bikin!”

PeyamaKurd – Wezîrê bervaniyê yê Îsraîlê Yoav Gallant, li ser şerê navbera Îsraîlê û Hûzbûllah a Lubnanê axifî û got:

“Em li şer nagerin lê em ji bo şer amade ne. Eger Hîzbûllah ji xwe re şer bibjêre, em zanin em ê çi bikin!”

Şerê navbera Hîzbûllahê û Îsraîlê dewam dike lê kes di zimanê siyasî de nabêje şer. Dibêjin pevçûn an gengeşe. Dewletên Rojava yên hemwelatiyên wan li Lubnanêne, her roj dixwazin ku hemwelatiyên wan terka Lubnanê bikin.

Gallant got ku ji bo Lubnanê du alternatîvan pêş xistine. Hêzên leşkerî amade kirine û li aliyê dinê alternatîfên siyasî amade dikin. Gallant dibêje alternatîfên siyasî daîma baştirin û eger Hîzbûllah lihevkirinê bixwaze, dê ew jî li gor wê bersivê bidin Hîzbûllahê. Galant bang li leşkeran kir û got:

“Ez zanim rihet nîne. Ji bo we jî û ji bo yên li bakûr dijîn de. Ez dikarim yek tiştekî ji bo we bêjim; ew jî ji bo Hîzbûllahê û Lubnanê zor e.”

Gallant bang li serokê Hîzbûllahê Hesen Nasrallah kir û got:

“Axaftin û dayîna ji daxwuyaniyan ji stargehê hêsan e.”

Banga Galant ku dibêje axaftin û daxuyaniya ji stargehê ewe ji ber Hesen Nasrallah di stargehekî de daîma di rêya vîdeoyê de axaftina xwe dike, newêre derê ber çapemeniyê ji ber ji kuştina xwe ditirse.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin