Abdullahiyan, bi berdevkê Hûsiyan bi Abdusselam re hevdîtin kir

Abdullahiyan, bi berdevkê Hûsiyan bi Abdusselam re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Îranê Huseyin Emir Abdullahiyan bi berdevkê Hûsiyên Yemenê bi Muhammed Abdusselam re li ser mijarên herêmê û pêwendiyên duqolî hevdîtin kir. Li gor ragihandina werzareta karên derve ya Îranê ya nivîskî; her dû teref di çarçova fermî ya seredana Abdulselam de li Tehranê hevdîtin kirine. Abdullahiytan ragihand ku Îran li Yemenê aştiyê destek dike û weha got:

“ Îran raziye ku di navbera Yemenê û Erebistan a Saûdî de hevdîtin pêşde diçin. Îran her wext destekê dide daxwaz û îrada xelkê Yemenê. Ji ber Hûsî destekê didin xelkê Fîlîstînê sipasiya wan dikim.”

Berdevkê Hûsiyan Abdulselam, desteka Îranê ya ji bo ‘Cepha Berxedanê’ ya li Yemenê teqdîr kir û li ser rewşa aştiyê ya dawiyê ya navbera xelkê li Yemenê de agahiyan da Abdullahiyan.

Abdusselam, duhî jî bi sekreterê giştî yê konseya ewlehiya Îranê bi Ali Ekber Ahmediyan re hevdîtin kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin