PeyamaKurd – Yek ji berdevkê hikûmeta demkî ya Tevgera Talîban a li Afganistanê Bilal Kerîmî, ragihand ku yek ji rêberê Koma Heqaniyan Şêx Rahîmullah Heqanî di encama êrîşeke bombeyî de hat kuştin.
Berdevkê Talîbanê li ser Twitterê xemgîniya xwe ya bo kuştina Heqanî aniye ziman, lê derbarê çawaniya êrîşa bombeyî de ti hurgilî nedan.
Li gorî medya Afgan Heqanî dema li Kabûlê ders dida alîgirên xwe li medreseyekê, di encama êrîşeke xwekujî de hatiye kuştin. Hîn ti aliyekî berpirsiya kuştina Heqanî li xwe negirtiye.
Koma Heqaniyan sala 1970yan ji aliyê Celaleddîn Heqanî ve hatiye damezrandin û şer li dijî dagirkeriye Yekîtiya Sovyetê kiriye ku demekê jî ji aliyê Amerîkayê ve piştgiriya wê komê dihat kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin