WHO xwest Afganistan û Pakistan dijberiyê rawestînin

WHO xwest Afganistan û Pakistan dijberiyê rawestînin

PeyamaKurd – Rêvebirê Rêxistina Tenduristiya Dinyayê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus ji ber şerê di navbera Afganistanê û Pakistanê de dibe sedema pirsgirêkên tenduristiyê, banga aştiyê ji bo wan kir.

Ghebreyesus, ji ber dezgeyên tenduristiyê û êrîşên kujer got ku divê her dû dewlet asta gengeşeyan daxînin. Ji dawiya meha Sibatê heya niha 6 tesîsên tenduristiyê ji ber şer nikarin bixebitin.

Di êrîşa ser Kabîlê ya Navenda Tedawiyê ya Maddên Hişbir ya bi Navê Omid, di êrîşa ser de, herî kêm 400 kes mirin û 250 kes jî birîndar bûn.

Pakistan, di 22ê Sibatê de li ser sînorê Afganistanê li 7 hedefan xist û rêvebiriya Afganistanê jî di 26ê Sibatê de êrîşan bir ser dezgeyên leşkerî yên Pakistanê.

Ghebreyesus, ragihand ku ji ber şerên navbera her dû dewletan, ewlehiya xebatkarên WHOyê nemaye, nikarin xizmetekî baş bikin û ji bo xelkê sîvîl talûka mirinê zêde bû ye.