PeyamaKurd – Hat ragihandin ku car din şerê di navbera Pakistanê û Afganistanê de despêkir. Pakistan bi roket û topan li devera Kunarê û bajarê Kunarê dixe û di êrîşan de sîvîl ketine ber hedefan.
Rêvebiriya Afganistanê ragihand ku Pakistan li sîvîlan dixe. Devera Kunarê ya Afganistanê li ser sînorê her dû dewletaye.
Çavkaniyên xwecîh ragihandinin ku di demên dawiyê de êrîşên Pakistanê zêde bûne û Pakistan li ciyên ku li muxalifên xwe yên di nav sînorê Afganistanê dixin.
Rayedarên Afganistanê dibêjin ku Pakistan li ciyên sîvîl dixe û jiyana xelkê di talûkê de ye.
Pakistan dibêje ku rêxistina Tehrik-i Taliban ya Pakistan (TTP) ji aliyê Afganistanê li Pakistanê dixe û Afganistan ew destek dike. Pakistan jî qebûl nake ku TTP li ser axa Afganistanêye û destekê dide wan.