PeyamaKurd- Şaredariya bajarê Xarpêtê (Elazığ) di ser hesabê xwe yê Twitterê de bo birîndarên erdheja Sîvrîceyê bi awayeka bilez ji hemwelatiyan xwînê xwest. Şaredarî di ser hesabê Twitterê de weha got:
“Bo hemwelatiyên me yên ku di nexweşxaneyan de tedawî dibin, pêdiviya wan bi xwînê heye. Em ji xelkê xwe daxwaz dikin ku herin nexweşxaneyan û xwînê bidin.”
Her weha şaredarî ragihand ku bi sedema trafîka zêde xebata bo qezazadeyên erheja Sîvrîceyê kêmasî dikeve xizmetê û hemwelatî heya karibin rêyan vala bihêlin û erebeyên rêwiyan yên giştî weka otobus û dolmûşan bikarbînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin