PeyamaKurd – Li welatê Nepalê bi sedema barana zêde erd heziya û di encamê de 33 kes jiyana xwe ji dest dan. Li rojavayê Nepalê ji hefteya borî de barana Musonê dibare û dibe sedema hez li erdê bikeve, xanî û mirov di bin axa hezê de dimînin.
Li gor ragihandinên çapemeniya cîh ya Nepalê; di encama erdhezê de 33 kes mirine. Bi taybetî li eyaleta Karnaliyê bi hezarî kes hatine tehliyekirin û bi sedan xanî ji erdhezê zerarê dîne. Ji bilî birîndaran heya niha 22 kes wendane û lêgerîn û rizgarkirina wan dewam dike.
Li gor ragihandina rêvebirên rewşa lezgîn ya Nepalê; li hinek deverên eyaletê ava çemê Karnaliyê bi qederê 12 metre bilind bûye. Gelek pirên ser avê di bin avê de mane. Netweyên Yekgirtî ragihandiye li deverên lehî rabûye alîkariya xida û dermanan kiriye û hukumet jî bi helîkopteran sewqiyata alîkariyê kiriye.
Bi awayeka giştî li Nepalê baranên Mûsonê di meha hezîranê de destpêdike û di cotmehê de bi dawî dibe. Îsal ji ber lehî û erheza Nepalê heya niha 110 kes mirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin