Li Diyarbekirê, 1ê Gulanê bi girseyî hat pêswazîkirin

Li Diyarbekirê, 1ê Gulanê bi girseyî hat pêswazîkirin

PeyamaKurd-Li bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê, pîrozbahiya 1ê Gulanê dest pê kir. Pîrozbahiya ku tê kirin, bi piştgiriya sazî û dezgehên sivîl û civakî yên herêmê tê rêvebirin.

1ê Gulanê, Cejina Karkeran a Cîhanê; li Diyarbekirê ji aliyê bi sedan kesan ve hat pêşwazîkirin. Pîrozbahî, wekî salên borî di çarçoveya destûra parêzgariya bajêr de li Qada Îstasyonê ya Diyarbekirê çêdibe.

Sazî û dezgehên sivîl û civakî yên bajêr û yên herêmê jî piştgiriya pîrozbahiyê kir. Hat ragihandin ku mitîng bi pêşengiya Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Giştî (KESK), Jûra  Bijîşkan a Diyarbekirê û Yekîtiya Jûrên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) tê sazkirin. Hat zanîn ku dê Parlamentera HDPê ya Diyarbekirê Dersim Dag, Endamê Komîteya Amadekar a Mitîngê Kamûran Taş û Endamê Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Dr. Halis Yerlîkaya û nûnerên çend saziyên din wekî axaftvan derkevin ser dikê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin