458 kesên din bi koronayê ketin, 26 kesan jî can da

458 kesên din bi koronayê ketin, 26 kesan jî can da

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 458 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 26 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Wezareta Tenduristiyê da xuyakirin, di 24 demjimêrên borî de 458 kes bi vîrûsa koronayê ketine, (208 kes li Hewlêrê, 93 kes li Silêmaniyê, 23 kes li Germiyanê, 119 kes li Duhokê û 15 kes li Helebceyê ne) û 26 kesan ji ber vîrûsa koronayê can daye ku ew jî 9 kes li Hewlêrê, 11 kes li Silêmaniyê û 6 kes li Duhokê ne.

Herwiha di 24 demjimêran de 561 kes ji nexweşiyê rizgar bûne ku 269 kes li Hewlêrê, 11 kes li Silêmaniyê, 29 kes li Germiyanê, 235 kes li Duhokê û 17 kes li Helebceyê ne.

Amarên giştî wiha ne:

Pêketin: 27259 (Hewlêr: 11298, Silêmanî: 11498, Duhok: 3612, Helebce: 851)

Mirin: 1007 (Hewlêr: 373, Silêmanî: 577, Duhok: 41, Helebce: 16)

Başbûn: 16804 (Hewlêr: 6913, Silêmanî: 7911, Duhok: 1216, Helebce: 763)

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin