Li Hesekê wesayîtek hat teqandin: Herî kêm 3 kes birîndar bûn

Li Hesekê wesayîtek hat teqandin: Herî kêm 3 kes birîndar bûn

PeyamaKurd - Li taxa Salihiye ya navenda bajarê Hesekê îro piştî nîvro wesayîteke bombebarkirî hat teqandin.

Li gor zanyariyên destpêkê, di encama teqînê de 3 kes birîndar bûne ku ji bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Li gorî hinek agahiyan jî tê gotin ku 2 şervanên HSDê di teqînê de birîndar bûn.

Hêzên Asayişê yên Rêveberiya Xweser li cihê bûyerê dest bi lêkolînan kirin.

Hat zanîn ku ji ber teqînê, zirar gihîştiye hejmarek otomobîlên derdorê ku nêzîkî cihê teqînê bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin