Li Diyarbekirê 87 zîndaniyên din jî hatin berdan

Li Diyarbekirê 87 zîndaniyên din jî hatin berdan

PeyamaKurd- Piştî li Tirkiyê qanûna înfazê hat guhertin û hinek sûc ketin ber wê qanûna înfazê, hinek kes jî ji zîndanê hatin berdan. Îro jî ji zîndana Diyarbekirê 87 kes hatin berdan.

Kesên ku hatin berdan, bi otobusên şaredariya Diyarbekirê heya malên wan, wan birin û teslîmê malbatên wan kirin.

Tenha hinek sûcên adî ketin ber qanûna înfazê ku sûcên siyasî, mêrkuştinê, tecawuza jinan, bêhurmetiya jinan ne di nava wan sûcan de ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin