PeyamaKurd – Dijîterora Kurdistanê daxuyaniyek di derbarê teqîna li Kelarê belav kir û diyar kir, ew otomobîla ku li Kelarê hatibû armanckirin, ya çekdarên PKKê ye.
Hat ragihandin, îro li nêzîkî depoya genim a Kelarê otomobîlek hatibû armanckirin.
Dijîterora Kurdistanê da zanîn, di wê otomobîlê de komek çekdarên PKKê hebûn û 4 kes ji wan hatine kuştin û yek jî birîndar bûye.
Herî dawî Dijîterora Kurdistanê eşkere kir, otomobîla han ji aliyê dronên Tirkiyê ve hatiye armanckirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin