PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 6ê Kanûnê pêşwazî li Balyoza nû ya Swêdê li Iraqê Jessica Svardstrom kir û di hevdîtinê de, pêwendiyên Swêdê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re hatin gotûbêj kirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo karê wê yê nû pîrozbahî li Balyoza nû ya Swêdê ya Iraqê Jessica Svardstrom kir û piştgiriya xwe ya temam ji bo serkeftina wê nîşan da.
Di civînê de, her du aliyan li ser pêşxistina peywendiyên Swêdê digel Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin û tekezî li ser pêwîstiya hevkariyên hevbeş hate kirin, bi taybetî di warên ji bo her du aliyan girîng in de.
Herwiha di civînê de, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, derfetên kar û veberhênanên Swêdî li Iraqê û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên rewşa Iraqê, şerê li dijî terorê û li ser rewşa navçeyê bi giştî hatin gotûbêj kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin