Joe Biden: Em ê hemî axa welatên NATO biparêzin

Joe Biden: Em ê hemî axa welatên NATO biparêzin

PeyamaKurd Serokê Amerîkayê Joe Biden da zanîn, ew ê hemî axa welatên NATO biparêzin.

Biden li ser twitterê diyar kir, ew ê dijî Rûsya li Ukrayna şer nekin.

Herwiha eşkere kir, ger NATO û Rûsya rastexwe werin hemberî hev du, ew ê Şerê Cîhanê yê Sêyem destpê bike û got, ew ê bi hewildanan rê li ber wî şerî bigirin.

Di berdewamiyê de Biden eşkere kir, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin wê li hember Ukrayna tu carî bi ser nekeve.

Herî dawî Biden destnîşan kir, Putin xwestiye Ewropa, Amerîka parçe bike û tifaqa Trans-Atlantîk qels bike, lê got, ew bi ser neketiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin