PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump, di civîna "FII Priority"ê de ya li Miamiyê, hevalbendên xwe yên NATOyê bi tundî rexne kirin û gefa vekişîna ji tifaqê xwar.
Trump diyar kir ku welatên Ewropî, bi taybetî Fransa û Almanya, di dema operasyona li dijî Îranê û parastina Tengava Hurmizê de Amerîka bi tenê hiştine.
Trump got, "Em bi sedan milyar dolar ji bo parastina wan xerc dikin, lê gava dor tê ser piştgiriya me, ew ne li cem me ne."
Trump ev helwêsta Ewropayê wekî "şaşiyeke mezin" bi nav kir û destnîşan kir ku operasyona li Îranê li gorî planê dimeşe û ber bi dawiyê ve diçe. Her wiha wî bang kir ku "Peymana Birahîm" a bi welatên Ereb re ji nû ve were vejandin.