PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump, di hevpeyvîneke taybet de ligel rojnameya Brîtanî The Telegraphê, daxuyaniyek da û ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi cidî li ser vekişîna ji NATOyê difikire.
Trump sedema vê biryarê wekî "nebûna piştgiriya hevalbendan di şerê li dijî Îranê de" nîşan da.
“NATO pilingê kaxezî ye”
Trump di hevpeyvîna xwe de hevpeymaniya NATO wekî “pilingê kaxezî” pênase kir û gumanên xwe yên kûr ên li ser pêbaweriya hevpeymaniyê anîn ziman. Dema ji wî hat pirsîn ka gelo endametiya Amerîkayê dê ji nû ve were nirxandin, Trump bi zimanekî biryardar bersiv da:
Ew mijar êdî ji qonaxa ‘ji nû ve nirxandinê’ derbas bûye.”
Piştgiriya di şerê Îranê de nebû
Serokê Amerîkayê rexne li welatên endamên NATOyê girtin ku di operasyonên leşkerî yên Washingtonê yên li dijî Tehranê de tenê mane û piştgiriya pêwîst nedane.
Trump destnîşan kir ku Amerîka êdî naxwaze barê ewlehiya welatên ku di rojên teng de naxebitin, hilde ser milê xwe.
Îşareta ji bo Pûtîn
Donald Trump di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser Rûsyayê û got:
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn jî ji van qelsiyên NATOyê baş haydar e.”
Ev gotinên Trump li paytextên Ewropayê bûne sedema fikarên mezin û nîqaşên nû li ser pêşeroja hevsengiya ewlehiya transatlantîk û sîstema parastina gerdûnî dan destpêkirin.
Pisporên siyasî diyar dikin ku vekişîna mihtemel a Amerîkayê ji NAT’yê, dê bibe mezintirîn guherîna jeopolîtîk a piştî Şerê Cîhanê yê Duyem û dibe ku bibe sedema hilweşîna tam a hevpeymaniyê.