Li Stenbolê Rûs û Gurcî bi hev ketin: 2 kes hatin kustin

Li Stenbolê Rûs û Gurcî bi hev ketin: 2 kes hatin kustin

PeyamaKurd - Li navçeya Fatih a Stenbolê li ber otelekê di navbera du komên cuda de pevçûn çêbû û çek hatin bikaranîn.

Hat zanîn ku kesên şerê hev kirine hemwelatiyên Rûs û Gurcî bûne ku li ser danûstandin û deynên pere bi hev ketine.

Di encama pevçûna ku çek hatin bikaranîn de, hat ragihandin ku 2 kesên birînên wan xedar bûn jiyana xwe ji dest dane û kesekî din ê birîndar jî li nexweşxanê tê dermankirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin