PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abdullahiyan bi Welîehdê Erebîstana Siûdî Bin Selman re hevdîtin kir û têkiliyên dualî hatin gotûbêjkirin.
Abdullahiyan di daxuyaniya da de destnîşan kir, ew li Cîddeyê bi Bin Selman re saetek û nîvekê hevdîtinek pêk anîne.
Abdullahiyan diyar kir, hevdîtina wî ya bi Bin Selman re samîmî û berhemdar bû û bal kişand ser girîngiya berdewamiya peywendiyên di navbera her du welatan de di hemû waran de.
Di daxuyaniya Erebistana Siûdî de hat gotin, rewşa niha ya pêwendiyên bi Îranê re piştî asayîbûnê hat gotûbêjkirin, herwiha derfetên hevkariyê yên di navbera her du welatan û rêyên pêşxistina wan de hatin gotûbêjkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin