PeyamaKurd- Serokê Dewleta Venezuelayê Nicolas Maduro, bi Serokê Dewleta FilistînêMehmûd Abbas re bi telefonê axivî û ragihand ku ew ê hem alîkariya mirovî bişînin Xezayê hem jî dê bê şert û merc piştgiriyê bidin Filistînê.
Nicolas Maduro, di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa mirovî ya li Xezaya ku di bin êrîşên Îsraîlê de ye û got ku "Me biryar da ku di çarçoveya plana piştgiriyê ya domdar di rojên pêş da zêdetirî 30 ton alîkariyên mirovî bişînin Şerîda Xezayê."
Maduro, di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re jî peyamek parve kir, êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê ne şermezar kirin û got,
"Li Xezayê ji ber êrîşên bêserûber ên Îsraîlê yên li dijî gelê sivîl em bi hezaran mirinan re rû bi rû ne. Sînorên hurmeta hiqûqa navneteweyî hatin derbaskirin û peymanên navneteweyî hatin binpêkirin.
Abbas ji min re geşedan rave kirin. Bi berfirehî behsa bûyeran kir û got ku divê biryarên Neteweyên Yekbûyî bên şopandin û di heman demê de em li ser vegerandina hiqûqa navneteweyî li hev dikin.”
Maduro bal kişand ser pabendbûna Venezuelayê ya ji bo doza Filistînê û diyar kir ku ji bo bidestxistina van armancan "bê şert û merc" piştgiriya rêveberiya Filistînê tê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin