PeyamaKurd - Li Îsraîlê bi hezaran kes daketin kolanan, hikûmetê protesto kirin û daxwaza hilbijartinên pêşdem kirin.
Şerê Gazzeyê ku piştî hêrişên Hamasê yên 7ê Cotmehê dest pê kir, didome û li Îsraîlê li dijî Serokwezîr Benjamin Netanyahu û hikûmeta wî xwepêşandan tên lidarxistin.
Li gel berdewamiya şer jî li Tel Avîv, Orşelîm û bajarên din ên Îsraîlê, bi hezaran kes daketin kolanan û li gel daxwaza hilbijartinên pêşdem, her wiha daxwaz ji hikûmeta niha kirin ku ji bo rizgarkirina dîlên Îsraîlî yên di destê Hemasê de zêdetir hewil bide.
Yek ji xwepêşanderên xwepêşana Tel Avîvê Yalon Pikman ji Reutersê re axivî û got: “Em ji bo protestokirina hukûmeta ku hem beriya 7ê Cotmehê hem jî piştî wê, her ku diçe me dikişîne nav aloziyan li vir in.”
Ji xwepêşanderên bajarê Sderotê Lucy Yifoah jî got: “Ez bawer nakim ku têra xwe hewl tê dayîn. Ramankirin pir zore ku gelê me ji pitikan bigire heta 80 saliyan, wek dîlên di destê Hemasê de di şertên sosret û dijwar de di tunelan de dijîn. Na, gavên têr nayên avêtin.”
Tê payîn ku hê jî di destê Hemasê de 133 dîlên Îsraîlî hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin