PeyamaKurd- Sekreterê giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg piştî zîrweya NATO yê ragihand ku Tirkiye bi sedema tewrê Baltikê li hemberê YPG ê, şerh daniye bin biryarê û plana parastina Baltikê qebûl kiriye. Stoltenberg got ku S-400 ên ji Rûsyayê hatine kirîn, dê ti carê entegreyê sîstema NATO yê nebe. Stoltenberg got ku planên parastina Baltikiyan û Polonyayê hat nûhkirin. Sekreter weha dewam kir:
“Bo parastina temamê hevkarên me planên me hene.Hêzên me jî amade ne.Leşkerên me li ser sînorê rojhilata Baltik û Polonya amade ne. Eger pêdivî hebe, em dikarin bi jimareka zêde leşker mudaxele bikin. Bo parastina herêmên hevkaran yên din, plan tên çêkirin. Planên parastina Baltik û Polonyayê hatin nûhkirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin