HDP: Em dikarin li ser navekî bi opozîsyona Tirkiyê re li hev bikin...

HDP: Em dikarin li ser navekî bi opozîsyona Tirkiyê re li hev bikin...

PeyamaKurd – Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDPê Tayip Temel got ku ew dikarin ji bo hilbijartinên serokomariyê yên Tirkiyê li ser namzedkirina navekî bi opozîsyona Tirkiyê re li hev bikin.

Temel di hevpeyvîneke digel DWyê de got ku ew dikarin li navekî li hev bikin ku ew kes ji hemû erkên sîstema niha ya Serokomar Recep Tayyip Erdogan feregat bike.

Tayip Temel herwiha diyar kir ku heger opozîsyona Tirkiyê hemû li ser rêzik û krîteran navekî namzedê serokomariyê diyar bike, ew dê li ser destnîşankirina namzedê partiya xwe israr nekin û helwesteke wan a wisa jî nîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin