Li Diyarbekirê erdhej çêbû

Li Diyarbekirê erdhej çêbû

PeyamaKurd – Li bajarokê Pasûrê yê Diyarbekirê, bi hêza 3.3 pileyên Rîxter erdhejek çêbû.

Li gor zanyariyên ku ji aliyê Peymangeha Lêkolînên Erdhejan (Kandîllî) ve hatine belavkirin, erdhej piştî nîveşeva derbasbûyî û di saet 0:41 de li bajarokê Pasûra Diyarbekirê çêbûye.

Navenda erdhejê, Taxa Îslamkoy a Pasûrê ye û bi kûrahiya 5 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye.

Hat diyarkirin, di encama erdhejê de tu zerar çênebûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin