Bi fermana Mesrûr Barzanî nêzîkî 8 milyar dînar ji bo Çemçemalê hat dabînkirin

Bi fermana Mesrûr Barzanî nêzîkî 8 milyar dînar ji bo Çemçemalê hat dabînkirin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, nêzîkî 8 milyar dînar ji bo çareserkirina arîşeya kêmaviya bajarokê Çemçemalê dabîn kir.

Ofîsa Serokwezîr Mersûr Barzanî bi daxuyaniyekê diyar kir, bi fermana Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî, 7 milyar û 680 milyon dînar ji bo çareserkirina arîşeya kêmaviya Çemçemalê hat dabînkirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ew budçeya han, ji bo qonaxa yekem e û hat ragihandin, serokê hikûmetê dezgehên pêwendîdar erkdar kiriye, da ku bi yekcarî arîşeya ava bajarokê Çemçemal çareser bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin