Mesrûr Barzanî: Ji bo çareseriya destûrî daxwazeke bihêz a Sûdanî heye

Mesrûr Barzanî: Ji bo çareseriya destûrî daxwazeke bihêz a Sûdanî heye

PeyamaKurd - Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 15ê Adarê bi seroktiya Serokwezîr Mesûr Barzanî civiya û encamên serdana Serokwezîrê Iraqê Mihemed Sûdanî û projeyasaya bûdceyê jî gotûbêj kir.

Piştî civînê hat ragihandin, di beşa yekem a civînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî kurteyek derbarê encamên serdana doh a şanda bilind a Hikûmeta Federal a bi serokatiya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bo Herêma Kurdistanê de pêşkêş kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got ku li ser çend mijaran guftûgoyeke eşkere hat kirin û me hest bi wê yekê kir ku daxwazeke bihêz a Serokwezîrê Federal xwesteka heye ku pirsgirêkan li ser bingehê destûr û rêkeftina aliyan a ji bo pêkanîna hikûmetê, çareser bike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, li ser navê Encûmena Wezîran spasiya Serokwezîrê Federal û Hikûmeta Iraqê kir ji bo temamkirina proseya parêzgehbûna Helebceyê ku hevdem e bi salvegera kîmyabarana Helebce re û hêvî kir ku ev pêngav bibe sedema vejandin û avadankirina Helebce û baştirkirina xizmetguzariyan li parêzgehê.

Mesrûr Barzanî got ku wî doh daxwaz ji Serokwezîrê Federal kiriye ku malbatên şehîd û qurbaniyên rejîma berê ya Iraqê li gor destûrê bên qerebûkirin.

Di beşa duyemîn a civînê de, pêngavên dawî yên pesendkirina projeyasaya bûdceya giştî ya Iraqê ji aliyê şanda danûstandinan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatin pêşkêşkirin.

Serokwezîr Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku wek çawa hevahengiyeke baş di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de di amadekirina projeyasaya bûdceya federal de heye, divê ji bo bicihkirina madeyên bûdceyê hevahengî û hevtêgihîştin di navbera her du aliyan de hebe, da ku yasaya bûdceyê bi rêk û pêk û di xizmeta hemû pêkhateyên Iraqê de bê bicihanîn.

Encûmena wezîran pêşwazî li pesendkirina projeyasaya bûdceya federalî ji aliyê Encûmena Wezîran a Îraqê dike û bi hevahengî li gel Hikûmeta Federal, mekanîzme û rêkarên pêwîst datîne ji bo bicihkirina bendên vê yasayê di berjewendiya Herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî de.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji Encûmena Nûneran a Iraqê dike ku di demek nêzîk de projeyasayê pesend bike, da ku di zûtirîn dem de were bicihkirin.

Di dawiya civînê de behsa rewşa niha ya darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate kirin û li ser çawaniya zêdekirina dahata giştî, pêşniyar û raspardeyên pêwîst hatin pêşkêşkirin, ji bo dagirtina xerciyan û dabînkirina mûçeyên mehane yên karmend û xanenişînan û dabeşkirina wan di dema xwe de.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin