Konseya Mafê Mirovan ya Neteweyên Hevgirtî li ser daxwaza Îngîltere bo hevdîtina li ser rewşa Xûta Rojhilat ya Sûriyê ku rejîma Beşar Esad di bin borpêçê de digre, civîna bilez qebûl kir.
Berdevkê Konseyê Rolando Gomez di ofîsa NH ya Cenevre de civîna çapemeniyê kir û ragihand ku wê îro bo îhlala mafê mirovan ya li Xûta Rojhilat siet di 17an de civîneka bilez çêbibe. Li gor ragihandina wî niha civîn destpêkiriye.
Tevî ku Rûsya li hemeberê civînê derket jî daxwaza Îngîltere qebûl bû û piştî hevdîtinê wê ji aliyê konseya xwedî 47 endaman ve bê dengdayîn.
Îngîltere dixwaze Sûriye biryara NH bicîh bîne, bihêle da alîkarî ji sîvîlan re here û nexweş û birîndarên herêmê bên tehliyekirin bo deverên din. Li gor rêjeya îroyî di herêmê de di ser hezarî de nexweş û birîndar hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin