PeyamaKurd – Medya Iraqê ragihand ku kurmamê serokê rêxistina terorîst DAIŞê Ebubekîr Bexdadî, Rebah Elî Îbrahîm El Bedrî ku li Iraqê hatiye girtin hinek agahî derbarê Bexdadî de dan.
Li gor çapemeniya Iraqê Rebah Elî Îbrahîm El Bedrî li ser rewşa tenduristiya Ebdubekir Bexdadî gotiye, piştî emeliyatkirina guhê guhê çepê yê Bexdadî li Elbûkemal a Sûriyê, rewşa tenduristiya wî roj bi roj ber bi xirabûnê ve çûye.
Kurmamê Bexdadî Elî Îbrahîm El Bedrî di nav qaşo xîlafeta DAIŞê de, berpirsiya karê birêvebirina beşa dewlemendiyên sewalan dikir.
Heta niha gelek caran derbarê kuştin û tenduristiya Bexdadî de nûçe hatin belavkirin, lê hîn jî dibêjin sax û demek berê jî vîdyoyek belav kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin