PeyamaKurd - Serokê Dîwana Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Omêd Sebah û Konsulê Tirkiyê yê li Herêma Kurdistanê Mevlut Yakut civiyan. Di civînê de, hevahengî û pêşvebirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê hate gotûbêj kirin.
Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omêd Sebah ragihand: “Îro Sêşemê 15ê Tebaxa 2023an, li Serokatiya Dîwana Encûmena Wezîran, me pêşwazî li Konsulê Giştî yê Tirkiyê yê li Hewlêrê Mehmet Mevlut Yakut û şanda pê re kir.”
Sebah da zanîn: “Di hevdîtinê de behsa hevahengî û pêşvebirina zêdetir a pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê hat kirin.”
Omêd Sebah got: “Liv û tevgerên bazirganî yên navbera Hikûmeta Herêmê û welatê Tirkiyê tekezî li ser wan hat kirin, herwiha behsa pêşhateyên herî dawî yên siyasî û aborî yên Herêmê û nav proseya siyasî ya Iraqê û gotûbêj û pêwendiyên navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêmê hatin gotûbêjkirin.”
Hate diyarkirin ku kêşe û pirsgirêkên welatiyan û pirsa kompaniyên Herêmê û Tirkiyê mijarên din ên hevdîtinê bûn.
Berî niha jî Serokê Yekîtiya Hawirde û Hinardekaran a Hewlêrê ragihandibû, sala borî qebareya bazirganiya navbera Herêm Kurdistanê û Tirkiyê gihîştiye asteke baş ku nêzîkî 12 milyar dolar e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin