PeyamaKurd – Polîsan li Kerkûkê, 10 kes bi tohmeta bazirganîkirina madeyên hişbir girtin.
Li gor berpirsê nehîştina madeyên hişbir li rêveberiya polîsê Kerkûkê Huma Berzencî diyar kiriye, hefteya borî me di çend operasiyonan de, 10 kes bi tohmeta bazirganîkirina madeyên hişbir girtin.
Efserê polîs herwiha eşkere kiriye, mixabin her gava bibînin çavdêrî nemaye yekser dest bi kirrîn û firotina madeyên hişbir dikin û madeyên hişbir derbasî nav bajêr dikin. Lê hêzên polîs jî bi lez destwerdanê dikin û çi pêwîst bike, dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin