Pompeo ji bo Erdogan got, 'dîktator', ji Tirkiyê bersiv nehat!

Pompeo ji bo Erdogan got, 'dîktator', ji Tirkiyê bersiv nehat!

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, beriya ku erka xwe dewrî rêveberiya nû ya Amerîkayê bike, doh Şemiyê di twîteke xwe de, wêneyê keşe Brunson ku li Tirkiyê hatibû girtin û piştre bi danûstandina Trump û Erdogan hatibû berdan belav kir.

Pompeo li ser wêneyê Brunson, Trump û xwe bal kişand ser radestkirina keşeyê Amerîkî ji aliyê Tirkiyê ve û got, “Me ji bo welatiyên we vegerînin mal ti caran pere nedan. Lihevkirina wisa dê zêdetir rê ji rehînkirinan re veke. Me îtibara Amerîkayê ji nû ve bi dest xist. Êdî ji bo dîktator û zorbeyan xetên sor ên zêtir û paletên diravan nînin.”

Piştî vê twîta Pompeo gelek kesan bal kişand ser ku ji Erdogan re gotiye dîktator û zorbe.

Heta niha ji aliyê Tirkiyê ve bi fermî ti daxuyaniyek derbarê twîta Pompeo de nehat dayîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin