Wê li Tûnisê ji bo Destûra nû referandûm bê kirin

Wê li Tûnisê ji bo Destûra nû referandûm bê kirin

PeyamaKurd – Wê li welatê Tûnistê ji bo destûra nû ya bingehîn ku erkên serokomar zêde dike û ji 142 xalan pêk tê, referandûm bê kirin.

Hat ragihandin ku referandûma destûrê sibe 25ê Tîrmehê tê encamdan û 3 nêrînên cuda derketine pêş ku yek ji wan boykotkirin, yek jê dijderketin û ya din jî qebûlkirina destûra nû ye.

Ji bo referandûma destûra nû ya Tûnisê mafê 9 milyon û 296 hezar û 64 dengdêran heye dengên xwe bikar bînin.

Wê destûra nû ya Tûnisê bikeve şûna destûra sala 2014an ku piştî Şoreşa Yasemîn a 2011an sîstema parlamentariyê hatibû pesendkirin. Di destûra nû erk û peywirên serokomar têne berfirehkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin