PeyamaKurd - Li gorî encamên nefermî yên hilbijartina li Yûnanistanê, Partiya Demokrasiya Nû bi ser ketiye. Partiya desthilatdar, SYRIZA têk çû.
Li gorî encamên nefermî yên hilbijartina pêşwext, li Yûnanistanê Partiya Demokrasiya Nû, ji sedî 39,8ê dengan wergirt û bi ser ket.
MIÇOTAKIS BI VÊ ENCAMÊ WÊ BIKARIBE BI TENA SERÊ XWE HIKÛMETÊ AVA BIKE
Kiriakos Miçotakis serokê partiyê ye û ji sedî 11,5 dengên xwe ji yên SYRIZAyê, partiya desthilatdar zêdetir kir. Li gorî van encaman Miçotakis wê bikaribe bi tena serê xwe hikûmetekê ava bike.
Miçotakikî derbarê hilbijartinê de ev nirxandin kir: “Yûnaniyan biryara xwe da. Biryara wan biryareke teqez e. Gelê Yûnanistanê dixwaze mezin bibe, kar bibîne, ewlehî çêbibe û weke tê xwestin welatê wî ji nû ve were avakirin”.
SYRIZAyê 86 KURSÎ WERGIRTIN
SYRIZAya ku ji sala 2015ê û vir ve desthilatdarî di destê wê de ye, dema ji sedî 90ê sendoqan vebû, ji sedî 31,6 deng bi dest xist. 86 parlamenter wê li parlamenê nûneriya SYRIZAyê bikin.
BERBANGAZÊRÎN LI DERVEYÎ PARLAMENTOYÊ MA
Partiya Berbanga Zêrîn ya ku rastgirparêz in ji sedî 2,9 deng bi dest xist. Li Yûnanistanê benda hilbijartinê ji sedî 3 ye û ev Partî wê nekaribe bikeve parlamenê.
Partiya Komunîstan a Yewnanîstanê (KKE) bûye xwediyê 15 kursiyan û Tevgera Guherînê ya Sosyalîstan (KINAL) bûye xwediyê 22 kursiyan. Her weha MERA25, partiya Yannis Varoufakisî bi 9 parlamenteran wê li parlamenê be. Varoufakis di serdema nû ya hikûmeta SYRIZAyê de wezîrê aboriyê bû
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin