Balafira F-18 ket lê pîlot xwe rizgar kir

Balafira F-18 ket lê pîlot xwe rizgar kir

PeyamaKurd – Li Îspanyayê li devera Zaragozayê balafira F-18 di wexta li baregeha hewayî ya leşkerî xwepêşandana firê dikir û malbat jî temaşevanên xwepêşandanê bûn, ket ser rêyekî. Di dema ketina balafirê de ajotvanê (pîlot) balafira F-18 karibû xwe bi kursiyê avêtina ji balafirê xwe bavêje û rizgar bibe. Bûyer seet bi wextê Îspanyayê di 12.10an de çêbûye. Piştî ketina balafirê gelek ambûlans, tîmên tenduristiyê û polîs çûne ciyê bûyerê.

Tora medyayê ya cîh Heraldo de Aragón ragihand ku leşker di çîmên xwe de birîndar bûye û wî birine nexweşxanê ji bo tedawiyê. Ciyê ku balafir lê ketiye lê şewat derketiye û niha tîmên îtfaiyê dixebitin da agir vemirînin. Di encamê de ti zerar û ziyan negihaye dora ciyê ketinê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin