PeyamaKurd – Di civîna Tirkiyê-Fînlandiya û Îsweçê de Tirkiye lîstekî dabû her dû dewletan ku navên di nav lîste tev siyasî bûn û dixwestin wan bidin Tirkiyê. Heta di nav lîstê de kesên ku miribûn jî hebûn. Lê niha Îsweç di serî de dixwaze kesekî ku sextekarî kiriye û Tirkiye ceza daye wî bişîne Tirkiyê. Lê Tirkiye dibêje bila kesên siyasî îadeyê Tirkiyê bikin. Li ser mijarê wezîrê dadê Bekir Bozdağ ji bo çapemeniyê daxwuyanî da:
“Em ji wan dewletan, ne kesên ku sextekariyê kirine dixwazin. Daxwaza Tirkiyê ew e ku kesên bi terorê tên sûcdarkirin, wan bidin Tirkiyê. Me bi her dû dewletan re peyman çêkiriye û li binê peymanê îmza wan heye. Divê soza xwe bicîh bînin.”
Di 26 ê tebaxê de wê di navbera her sê dewletan de Tirkiye-Fînlandiya-Îsweç ê de civînekî li Fînlandiyayê bibe û Bozdağ li ser civînê daxwuyaniyekî weha da rojnamevanan:
“Heya niha ew kesên ku sûcên wan yên terorêne, ti, kesekî ji wan nedaye me. Kesên ji terorê li Tirkiyê ceza sitendine, heya niha nedane Tirkiyê. Em daxwaza xwe dubare dikin. Eger şertan neynin cîh, wê di endamtiya wan de pêşdeçûn nebe. Pêvajo dewam dike û em jî dişopînin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin