Wezîrê Darayî: Ti biryarek bo destkarîkirin yan jî kêmkirina mûçeyan nehatiye dayîn

Wezîrê Darayî: Ti biryarek bo destkarîkirin yan jî kêmkirina mûçeyan nehatiye dayîn

PeyamaKurd - Wezîrê Darayî yê Herêma Kurdistanê ragihand, ti biryarek bo destkarîkirin yan jî kêmkirina mûçeyê karmendan nehatiye dayîn.

Ev çend roj in tê gotin ku ji ber erzanbûna nirxa petrolê di bazarên cîhanê de, îhtimal heye mûçeyên karmendên hikûmetê were kêmkirin. Li ser vê mijarê, Wezîrê Darayî yê Herêma Kurdistanê Awat şêx Cenab, ku serdana dergehê sînorî yê Hacî Omeran kiriye, ragihand, tiştekî wisa nîne û ti biryarek bo destkarîkirin û kêmkirina mûçeyê karmendan nehatiye dayîn.

Wezîrê Darayî Şêx Cenab her wiha got, helbet hikûmet dê hemû îhtimalan binirxîne û her biryarek jî hat dayîn em ê ji welatiyan re bêjin.

Şêx Cenabî anî ziman ku çalakiyên bazirganî li dergehê sînorî yê Hacî Omeran di bin tevdîrên tund yên tenduristiyê de didomin û got, divê em hemû bi hev re li hember vîrusa koronayê (Covid-19) derkevin. Divê em xwe biparêzin û ji cihên qerebalix jî dûr bikevin.

Wezîrê darayî spasiya wezaretên tenduristî û navxwe û karmendên dergehên sînorî jî kir ku bi başî erkên xwe di rûbirûbûna Koronayê de bicîh anîne û tînin jî

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin