Biden: Putin naxwaze serê sar derkeve

Biden: Putin naxwaze serê sar derkeve

PeyamaKurd – Li Cenevê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Amerîkayê  civînek pêk anîn û piştî civînê Biden da zanîn, Putin naxwaze şerê sar derkeve.

Serokê Amerîkayê Joe Biden di civîna çapemeniyê de diyar kir: “Asoya rasteqîn ji bo başkirina pêwendiyên me yên ligel Rûsyayê derkete holê. Civîna min a ligel Putin gelek girîng bû.”

Joe Biden eşkere kir: “Ez bawer nakim Putin hewl bide şerê sar derkeve. Şerekî nû di berjewendiya ti aliyekî de nîne.”

Biden got: “Pêwendiyên Washington û Moskowê divê seqamgîr bin û li gor pêşbînîkirinê bin. Divê hinek rêbazên bingehîn hebin ku her du alî girêdayî wan bin.”

Serokê Amerîkayê destnîşan kir: “Me bi hûrgilî behsa pêngavên li ser çavdêriya warê çekdan kir, divê em pêngav bigrin ber xwe ji bo daxistina asta metirsiya milmilaniya bê mebest û em her du alî li ser vê mijarê dê gotûbêjên dualî bikin.”

Joe Biden herwiha da zanîn, berpirsiyariya Rûsya û Amerîka ya hevbeş heye di seqamgîriya stratejîk de û biryara her du aliyan wisa ye ku ji bo gihîştina rêfeftineke giştgîr di warê çavdêriya ser çekan de gotûbêj bikin.

Li ser mijara êrîşên elektronîk ku Amerîka Rûsyayê tohmetbar dike Biden got: “Min ligel Putin behsa wan êrîşên elektronîk ên ku hackerên Rûsî li ser Amerîkayê dikin kir. 16 warên hestyar û girîng ên Amerîkayê ji aliyê hackerên Rûsî ve êrîş bi ser wan de hatine kirin, ku ev nayê qebûlkirin. Me li hev kir ku pisporên her du aliyan rûnên û di vê mijarê de bigîhin hevfêrkirineke hevbeş.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin