PeyamaKurd- Serokwezîrê Yunanîstanê Kyriakos Mitsotakis, gelê Yunanîstanê li hember germahiya awarte de hişyar kir û ji ber şewatên ku li gelek deverên welêt çêbûne got ku ‘em di nav şer de ne.’
Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, piştî ku Kyriakos Mitsotakis ragihand ku neteweya Deryaya Navîn bi şewatên daristanan ên li seranserê welêt re di şer de ye, bi hezaran kes ji giravên Rodos û Korfuyê yên Yunanîstanê hatin tehliyekirin.
Li girava betlaneyê ya Rodosê ku yek ji seyrangehên sereke yên Yunanîstanê ye, şewat di roja heftemîn de ji kontrolê derket û hat zanîn ku bi sedan kes neçar man ku mal û otêlên xwe biterikînin.
Mitsotakis, di derbarê mijarê de daxuyanî da û got,
"Divê em di çend hefteyên pêş de bi berdewamî hişyar bin. Em ê tiştên ku me wenda kirine ji nû ve ava bikin, yên ku zirar dîtine em ê telafî bikin. Qeyrana avhewayê êdî hatiye. Ew ê li seranserê Deryaya Navîn bi felaketên mezintir xwe nîşan bide."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin