Ferîbot ser û binê hev bû: 178 kes wenda ne

Ferîbot ser û binê hev bû: 178 kes wenda ne

PeyamaKurd- Li gola Tobayê ya li girava Sûmatra ya Endonezyayê ferîbotek qelibî û di encamê de 178 kes wenda bûn.

Berdevkê asayîşa Endonezyayê Yusri Yunus di axaftina xwe de got : “Ferîbota ku rêwiya hildigirt, ser û binê hev bû û qelibî. Li ser beyana malbatan jimara wendayan heya niha 178 kesin.”

Bo dîtina wendayan ji wezareta gihandinê bo dîtin û peydakirina wendayan 5 tîmên taybet hatine avakirin.

Berdevkê Ajnasa Rêvebiriya Atomê ya Netewî Sutopo Purwo Nugroho ragihand ku heya niha 19 kes hatine rizgarkirin û cenazeyek hatiye dîtin. Dibe ku jimara wendayan zêdetir bibe.

Rêvebir ragihandin ku şert û mercên hewayî xweş nîn bûn û hem ferîbot di ser kapasîteya xwe de rêwiyan hilgirtiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin