Di sewata ferîbotê de 8 kes wenda ne

Di sewata ferîbotê de 8 kes wenda ne

PeyamaKurd – Li gor ragihandina BBC yê feribota ku sefera Yûnanistanê û Îtalyayê dikir, agir pêketibû û heya niha 8 kesên tê de wenda ne û ji bo dîtina wan xebat dewam dikin.

Ferîbota bi navê Euroferry Olympia 183 metre dirêje û dema agir pêket, tê de 239 rêwî û 51 muretebat hebûn. Asayîşa Peravê ya Yûnanistanê ragihand ku ji ferîbotê 278 kes hatine rizgarkirin.

Di ferîbotê de 32 otomobîl û 153 alavên giran hebûn û di qata sêyem de, di garajê de şewat derket. Niha li ser sedema derketina şewatê lêkolîn têkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin