Namzetiya Sabri Özdemir bo Batmanê redkirin

Namzetiya Sabri Özdemir bo Batmanê redkirin

PeyamaKurd- Namzetê şaredariya Batmanê yê HDP ê Sabri Özdemir bo şaredariyê serî lêdabû û di encamê de ji aliyê Navenda Hilbijartina Bajêr de hat redkirin. Bi sedema ku di derbarê Sabri Özdemir de doz li dadgehê hatine vekirin, seredana wî jî hat redkirin. Parêzerê Sabri Özdemir Ferhat Özdemir ragihand ku wê li dijî biryarê, roja duşemê îtîraza xwe bikin û weha dewam kir:

“Berê di derbarê Sabri Özdemir de dozek jê bo 5 mehan û ya din jî bo 11 mehan ceza dabûn lê cezayên wî bipaş (tecil) xistibûn. Ez ê roja duşemê îtîraza xwe bikim.”

Sabri Özdemir, di çarçoveya lêpirsîna terorê de, ji aliyê wezareta karên hundir de, di 2016an de ji şaredariya Batmanê hatibû daxistin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin