Tirkiyê gundê xrîstiyanên Amedîyê bi tundî bombardiman kir

Tirkiyê gundê xrîstiyanên Amedîyê bi tundî bombardiman kir

PeyamaKurd - Balafirên şer ên Tirkiyê îro bi tundî gundekî xrîstiyanên li navçeya Nehlê ya Amêdiyê bombebaran kir.

Li gorî çavkaniyên herêmê, gundê Hêzankê ku gundekî xrîstiyanan li navçeya Nehlê ya Amedîyê îro bi hinceta hebûna binkeyên PKKê bû armanca bombardimana balafirên şer ên Tirkiyê.

Li gorî zanyariyên xwecihî balafiran gundê Hêzankê bi tundî bombardiman kirin û rûbereke firah a derdora gund agir pê ket û tirseke mezin li nav xelkê çêbû.

Herwiha li gorî daxuyaniyên gundiyan, şivanan jî pezên xwe ji ber bombardimanê hiştine û reviyane û hîn nizanin bê çiqas ziyanên wan çêbûne.

Hat zanîn ku di nav 3 rojan de ev du car in balafirên Tirkiyê heman deverê bombardiman dikin.

Hêjayî gotinê ye, heta niha ji ber bombardimanan bi dehan gundên xrîstiyanên wê herêmê hatine valakirin û xelkê gund cihên xwe hêlane û çûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin