PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Luksemburgê Jean Asselborn diyar kir, ew ê di şerê li dijî DAIŞê de alîkariya Hêzên Pêşmerge bikin.
Jean Asselborn got, "Em ê di şerê li dijî DAIŞê de piştgiriyê bidin Hêzên Pêşmerge."
Wezîr Jean Asselborn da zanîn: “Me di hevdîtina xwe de ligel Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, behsa pêwendiyên navbera Yekîtiya Ewropayê û Herêma Kurdistanê kir.
Asselborn destnîşan kir, ew hewl didin zêdetir piştgirî bidin Herêma Kurdistanê û got, “Birêz Dizeyî, me têkiliyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re nirxand. Me hemû pirsgirêkên gelê Kurd nîqaş kir. Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em ê li dijî DAIŞê alîkariya Pêşmerge bikin.
Herwiha Asselborn got, “Luksemburg welatekî Ewropayê ye. Em hewl didin zêdetir piştevaniyê ji bo demokrasî û rêzgirtina mafên mirovan li Herêma Kurdistanê kom bikin. Ev ji bo me pir girîng e."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin