Ji Wezîrê Kurdistanê hisyarî: Em rica dikin dernekevin, vîrus gihîstiye tax û kolanan

Ji Wezîrê Kurdistanê hisyarî: Em rica dikin dernekevin, vîrus gihîstiye tax û kolanan

PeyamaKurd - Wezerîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzencî peyameke hişyariyê belav kir û got, “vîrusa koronayê gihîştiye nav tax û kolanan”.

Saman Berzencî da zanîn, “Niha em gihîştine qonaxeke metirsîdar û vîrus bi awayekî bilez belav dibe.”

 Di peyama xwe de Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê dibêje ku “niha vîrusa Koronayê di nava civakê de heye û bi hemû peywendiyekê dibe ku vîrus were veguhastin, lewma pêwîst e ku em xwe baştir biparêzin.”

Saman Berzencî destnîşan kir, “Mana li mal erkekî niştimanî ye û nêzîkbûna li hev karekî metirsîdar e” û daxwaz ji xelkê kir ku pabendî rênimayiyan bin û bibin alîkar daku belavbûna vîrusê ji kontrolê dernekeve.

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê got: “Em rica dikin li mal rûnin û qelebalixiyê çê nekin, hûn hemû dizanin çui qasî metirsîdar e ku ew vîrus ji kontrolê derkeve.”

Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê herî dawî ragihandiye ku 7 kesên din li Hewlêr û Silêmaniyê bi vîrusa COVID-19 ketine û hejmara tûşbûyên koronayê li Kurdistanê gihîşte 54 kesan.

Li gorî amarên ku Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê; hejmara tûşbûyên covid19 li seranserê herêmê gihîştiye 54 kesan, ku 13 kes ji wan baş bûne û tenê kesekî jiyana xwe ji dest daye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin