PeyamaKurd – Nivîskar û wergêr Fexriya Adsay hat berdan. Sedema tawanbarkirina Fexriya Adsay hat eşkerekirin. Ji ber pereyê ji aliyê birayê girtiyekî ji Îngîltereyê hatiye, û ew pere ji girtiyê di Girtîgeha Bandirmayê de ye şandiye, hatiye desteserkirin.
Li gor parêzerê Adsay, Huseyîn Bogatekîn diyar kir, Fexriya Adsay û 19 kesên din, ji ber ji hin girtiyan re çend caran pere şandine hatine desteserkirin. Bogatekîn sedema girtina Adsay jî wiha tîne ziman û dibêje: ‘‘Girtiyekî siyasî nivîsên wê yên di kovara wêjeyî ya Zaremayê pir diecibîne. Li ser wê têkiliyê pê re datîne û civatên wêjeyî di navbera wan de derbas dibe. Piştî wê, ji Fexriya Adsay rica dike, ji ber kesekî nas tune ye pereyê ji aliyê birayê wî yê Îngîltere were û kes nikare bigihîne wî, dixwaze Adsay jê re bibe alîkar û wî pereyî bigihînê wî. Fexriya Adsay jî wî pereyi bi rêya PTTê jê re dişine û ji ber vê tê girtin.’’
Nivîskar û wergêr Fexriya Adsay, di 31ê Cotmehê de tevî 19 kesê din hat desteserkirin. Piştî desteserkirinê ew şandin Balikesîr Dursunbeylî. Fexriya Adsay piştî çend rojan, roja Çarşemê hat berdan.
<
Merhaba hevalên ku miraqa min dikin, ez niha li mala xwe me, baş im. Pir spas dikim ji bo peyamên we û piştgiriya we. Édî dizanim malbateke min mezintir jî heye. Mala we gişan ava be. Ji we dûr be!
— Fexriya Adsay (@FexriyaA) November 6, 2020
>
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin